Nûnerên Îsraîl û Lubnanê wê li Washingtonê bicivin

Di çarçoveya lêgerîna ji bo asayîkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, nûnerên her du welatan wê roja Pêncşemê di asta balyozan de wê li Washingtonê tûra duyemîn a hevdîtinan pêk bînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê û çavkaniyek payebilind ê Îsraîlî ku navê xwe neda daxuyanî dan Reutersê û gotin ku şandeyên Îsraîl û Lubnanê wê roja Pêncşemê li Washingtonê bicivin. Ev hevdîtina ku bi mazûvaniya DYE’yê wê bê lidarxistin û ev hevdîtin di asta balyozan de tûra duyemîn a di navbera her du welatan de ye.

Ev civîn piştî agirbesta 10 rojan a ku roja Pêncşemê ket meriyetê, civîna yekem a her du welatan a rû bi rû ye.

Tûra yekem a hevdîtinan di 14ê Nîsanê de, bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio, pêk hatibû. Berdevkê Wezareta Karên Derve got, "Em ê hêsankirina hevdîtinên rasterast û bi niyeta baş a di navbera her du hikûmetan de berdewam bikin.“